PeyamaKurd – Berpirsê Operasyonên Hêza Pêşmerge li Şingalê Eqîd Luqman Gelî Îbrahîm li ser aloziyên li Şingalê û pevçûnên di navbera Artêşa Iraqê û hêzên YBŞê de axivî û da zanîn, PKKê dest bi veguhestina hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistanê ve ji bo Şingalê kiriye û hişyarî da ku wê rewşa Şingalê aloztir bibe.
Li gor Berpirsê Operasyonên Hêza Pêşmerge li Şingalê Eqîd Luqman Gelî Îbrahîm diyar kiriye: “Zanyariyên rast û bi belge hene ku hêzên PKKê dest bi şandina yekîneyên xwe yên 5 gerîlayî, 10 gerîlayî heya asta 20 gerîlayan kirine, çend yekîne ji navçeyên Behrê û Holê li parêzgeha Hesekê ve ji bo navçeya Qeraça Kolk û ji wir jî bo Xanesûr û Şingalê dişîne.”
Luqman Gelî Îbrahîm eşkere kiriye: “Tê çaverêkirin PKK li vê navçeyê şer derxîne û rewşê xerabtir bike.”
Herwiha wî fermandarê Pêşmerge daye zanîn: “Artêşa Iraqê komelgeha Dugirê kontrol kirin û dibistanek jî bi balafirê hat bombebarankirin û hêj jî hêzên Iraqê li derdora nahyeya Sinûnê mane, venekişyane. Li aliyekî din, hêzên YBŞ jî hêj li nav nahiyeya Sinûnê mane.”
Di berdewamiyê de wî berpirsê Hêza Pêşmerge li Şingalê hişyarî daye û gotiye: “Eger hêzên nêzîkî PKKê ji Şingalê û derdora wê venekişin, wê rewşa Şingalê aloztir bibe û wê careke din civaka Kurdên Êzîdî rastî pirsgirêkan were.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin