Êrîsên Hûsiyan yên ser lîmana Dabbeyê hatin sermezarkirin

Êrîsên Hûsiyan yên ser lîmana Dabbeyê hatin sermezarkirin

PeyamaKurd – Neteweyên Yekgirtî, Yekîtiya Awrûpa, Yekîtiya Ereb, Parlementoya Awrûpayê û Konseya Hevkariya Kendavê, bi Amerîka, Misir, Kuweyt û Urdunê re, êrîşên ser lîmana Yemenê ya petrolê ya Dabbeyê şermezar kirin. Serkonsulê Amerîka yê li Yemenê Steven Fagin di daxwuyanişya xwe ya nivîskî de weha got:

“Em tevlî şermezarkirina êrîşa Hûsiyan ya ser lîmanê dibin. Em bang dikin da Hûsî yekser van êrîşan bidin rawestandin. Em ji Hûsiyan dixwazin ku dev ji van êrîşên xwe berdin, dawî li şer bînin û dagerin ser çareseriya siyasî ya diyalogan.”

Wezlat û saziyên navborî yên li jorê, her yek ji mijara êrîşa Hûsiyan ya ser lîmanê de daxwuyaniyan dan û di encamê de Hûsî ji bo tengav nebin, daxwuyaniyekî weha dan:

“Li lîmana Dabbeyê keştiyekî ku petrolê yaxma dikir, ji bo ber li yaxma wê bigrin, me êrîşeka biçûk ya hişyariyê kir.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin