PeyamaKurd – Binpêkirin û revandina xelkê sivîl ji aliyê çekdaran ve di meha yekê ya sala 2022yan de jî dewam dike.
Li gorî amarên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê belav kirine, di destpêka sala 2022yan de artêşa Tirk û çekdarên bi ser wê ve 25 welatiyên gund û navçeyên Efrînê revandine.
Herwiha hat diyarkirin ku birîna daran jî berdewam kiriye û çekdaran nêzî 900 darên din ên zeytûnan birîne.
Dîsa hatiye eşkere kirin ku 2 cihên dîrokî yên li gundên derdora Efrînê hatine wêran kirin û dizîya xelkê hatiye kirin.
Li gorî rêxistinê çekdarên koma Sultan Silêman Şah (El-Emşat) van tawanan berdewam dike û fermanê jî ji îstixbarata Tirkiyê distîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin