ADF êrîs kir û 21 kes hatin kustin

ADF êrîs kir û 21 kes hatin kustin

PeyamaKurd – Li welatê Afrîka li Komara Kongo ya Demokratîk li eyaleta Itûriyê di êrîşa Hêzên  Demokratîk yên Hevpar (ADF) de 21 kes hatin kuştin. Li gor çapemeniya Kongoyê ADF êrîş biriye ser gundê Mangûsû, 21 kesan kuştiye û gelek xaniyan şewitandiye.

Piştî êrîşê bineciyên deverê terka malên xwe kirine û ber bi navça Bîniayê de çûne.

Li rojhilatê Kongoyê 3 hefteye ku şerekî dijwar di navbera artêşê û ADF ê de dewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin