PeyamaKurd – Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Alî Xameneyî diyar kir, Hamasê derbeyeke mezin li Îsraîlê xistiye û got, "Ji ber ku hêzên wan têra şervanên Filistînê nakin, jin, zarok û sivîlên Filistînî dikin hedef. Şervan amade ne ku çalakiyan li dar bixin. Divê welatên misilman pasîf nemînin li hemberî van sûcên şer."
Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Alî Xamineyî li Tehranê di çalakiyekê de axivî.
Xamineyî diyar kir, êrîşên Îsraîlê yên li ser Gazzeyê wê bê encam bin û berxwedana Filistînê wê di vî şerî de bi ser bikeve û got, "Ev rejîma îşxalker a ku hatiye pelçiqandin û birîndarkirin, ji bo tolhildana derbeyê êrîşî gelê mezlûm Filistînê dike. Ew ji berxwedana Filistînê wergirtiye. Bê şik li seranserê cîhanê "Her çendî li gel hemû hêzên zalim piştgiriya bêsînor ya Amerîkayê werbigirin jî, wê ti encam ji cinayetên ku dikin dernekeve. Serkeftin teqez wê ya Filistîniyan be."
"Divê welatên misilman pasîf nemînin"
Xamineyî eşkere kir, Îsraîlê wek tolhildana derbeya ku ji Hamasê xwar, êrîşî sivîlên Filistînî yên bêparastin kir û wiha got: "Îsraîl derbeke giran ji Hemasê xwar, birîndar e û nikare li ber xwe bide. Ji ber ku hêzên wan jin, zarok û sivîlên Filistînî hedef digirin. Ji bo şervanên Filistînî bes e. Divê şervan tevbigerin. Divê welatên misilman li hemberî van sûcên şer pasîf nemînin.
Divê desthilatdar û berdevkên siyasî yên welatên îslamî tiştên ku welatên rojava dibêjin dubare nekin û ji Filistîniyan re dibêjin terorîst. Yên ku li dijî dagirkeriyê mal û warên xwe diparêzin terorîst in? Terorîst ew in ku wan erd û xaniyan dagîr dikin. Amerîka û cîhana rojava hewl didin kesên ku hewl didin mal û warên xwe biparêzin wekî terorîst nîşan bidin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin