PeyamaKurd- Kordînatorê Têkoşîna li dijî Terorê yê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Nathan Sales got ku PKK di lîsteya Amerîkayê ya terorê de ye. Em ji hevkarên xwe dixwazin ku ne tenê li dijî El-Qaîde û IŞÎDê bisekinin; di heman demê de em dixwazin ku li dijî PKKê û komên terorî yên ku Îran piştgiriya wan dike jî, bisekinin.
Nathan Sales li Washingtonê di panela bi navê “Têkoşîna li dijî Terorê û Pêwendiyên Navnetewî” de axivî.
Sales li ser pirseke di derbarê PKKê de wiha got: “Tewra Amerîkayê ya li dijî PKKê zelal e. Di sala 1997an de me PKK rêxistina terorî îlan kir. Heta bi Hîzbullah û Hamasê re PKK yek ji wan komên terorî ye ku me di despêkê de îlan kiribû. Li gorî me koma ku PKK tê de ye ev e.”
Sales wiha berdewam kir: “Li gelek welatan ji bo PKKê pere têne topkirin. Amerîka li dijî vê yekê jî dixebite û em ji hevkarên xwe jî dixwazin ku di vê mijarê de bi me re bin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin