PeyamaKurd- Tevî ku şerê navbera Rusya û Ukraynayê ku berdewam dike, ji aliyê rayedarên Kievê ve hat ragihandin ku ew ê ji peymana hevkariya di warê enerjiya hevpar a bi Rusyayê re vekişin.
Rayedarên Kievê, ji bo ajansa nûçeyan a Farsê ragihand ku ew ê xwe ji peymana hevkariyê ya enerjiya hevpar a bi Rusyayê re vekişînin.
Santrala nukleerî ya Zaporijyayê di meha adarê de ji aliyê hêzên Rus ve hatibû girtin. Di hefteyên dawî de gelek caran li derdora Zaporijyayê êrîş çêdibin û ev yek jî di raya giştî ya cîhanê de bûye sedema metirsiyeke mezin.
Wisa tê payîn ku biryara Kievê, di vê çarçoveyê de hatiye girtin lewra du roj berê Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy hişyariyek kir ku rewşa santrala nukleerî ya Zaporijyayê hîn jî di bin xeteriyê de ye.
Ji bilî van, li aliyê din jî rojnameya Wall Street Journal a Amerîkî ragihand ku çavdêrên Saziya Enerjiya Atomî ya Navneteweyî, xwe ji bo serdana lezgîn a ji bo santrala nukleerî ya Zaporijyayê de amade dikin ku di hefteya pêş de biçin û venêrînê bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin