PeyamaKurd - Cîgirê Midurê Emnîyeta bajarê Colemêrgê Hasan Cevher îro Sêşemê li cihê karê xwe, ji aliyê polîsekî din hat kuştin.
Hat diyarkirin ku Hasan Cevher di dema erkê xwe yê fermî de hatiye kuştin.
Medya Tirkiyê ragihandiye, Hasan Cevher ji aliyê polîsekî bi navê Nasuh Çulcu ve hatiye birîndarkirin, lê behsa sedema qewimîna bûyerê û hûrgiliyan nehatiye kirin.
Hat gotin ku Cevher ji serî û milê xwe birîndar bûye û piştre jiyana xwe ji dest daye. Polîsê êrîşkar Nasuh Çulcu jî ji lingê xwe hatiye birîndarkirin û hatiye desteserkirin.
Hat zanîn ku Hasan Cevher sala 2017an ji Stenbolê ji bo Colemêrgê hatibû tayînkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin