PeyamaKurd – Di encama êrîş û bombardimana hêzên Peşmerge û balafirên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de ku li Çiyayê Qereçox a Mexmûrê pêkanîn, 12 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.
Îro danê sibehê balafirên hevpeymaniyê û Pêşmerge bi operasyoneke hevbeş binkeyên DAIŞê yên li Qereçoxê bomebaran kirin.
Hat ragihandin ku Peşmerge jî bi helîkopteran operasyon berdewam kiriye û di encama operasyonê de, 12 terorîstên DAIŞê hatine kuştin.
Çiyayê Qereçoxê di navbera Mûsil, Hewlêr û navçeya Mexmûrê de dimîne ku terorîstên DAIŞê li xeta Kerkûk, Mûsil, Selahedîn, Diyala û Enbarê demên dawî êrîşên xwe zêde kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin