Li wî welatî, 120 kes hatine darvekirin

Li wî welatî, 120 kes hatine darvekirin

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Rêxistina Mafên Mirovan a Erebistana Siûdî-Ewropayê ve hat ragihandin ku îsal li Erebistana Siûdî, 120 kes hatine darvekirin.

Li gorî daxuyaniya ku hat parvekirin, Erebistana Siûdî di şeş mehên pêşîn ên 2022an de 120 kes darve kirine ku ji wan kesan 101 jê ji Erebistana Siûdiyê ne û 19 kes jî biyanî ne.

Hat eşkerekirin ku piraniya van darvekirinan, di meha adarê de çêbûne û 81 kes di wê mehê de hatine darvekirin. Li gorî daxuyaniyê ev hejmar, hejmara herî zêde ya dîroka nûjen a Erebistana Siûdî de ye.

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku heger desthilatdarên Siûdî di rêjeya darvekirinê de bi vî awayî tevbigerin, dê li welêt rekoreke nû were bidestxistin lewra rekora herî zêde di sala 2019an de bûye û di wê salê de 186 kes hatine darvekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin