Iraq | 6 parlamenter û 28 karmend bi koronayê ketine

Iraq | 6 parlamenter û 28 karmend bi koronayê ketine

PeyamaKurd - Serokê Parlemana Iraqê Mihemed Helbûsî ragihand, 6 perlamentar û 28 karmendên parlamenê bi vîrusa koronayê ketine ku niha zehmet e li parlamenê civîn werin kirin.

Mihemed Helbusî da xuyakirin, heta niha tûşbûna 6 parlamentaran bi vîrusa koronayê hatiye piştrastirin, lê guman tê kirin 20 endamên civata nûneran jî hilgirên vîrusa koronayê bin û ev  ji bilî malbat û pasevanên wan 28 femanberên perlamanê ne.

Helbusî got ku di nav tuşbûyan de rêveberên giştî û kesayetîyên diyar ên asayîşa perlamenê jî hene ku beşek ji pasevanên hilgirên vîrusa koronayê xelkê Duhokê ne.

Helbûsî got ku di vê rewşê de zehmet e civînên parlamenê bêne kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin