PeyamaKurd - Li Îranê di 24 saetên dawî de 151 kesên din ji ber vîrusa koronaya nû (Covid-19) can dan.
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê îro 5ê Nîsanê di daxuyaniyekê de ragihand, 2 hezar û 483 haletên nû yên pêketina bi vîrusa korona hatine tomarkirin û 151 kesan jî can daye.
Wezaretê ragihand ku bi vî awayî hejmara kesên bi vîrusa korona ketine gihîştiye 58 hezar û 226 kesan û hejmara kesên can dane jî bûye 3 hezar û 603 kes.
Wezaretê da zanîn ku rewşa tenduristî ya 4 hezar 75 pêketiyên bi koronayê nebaş e.
Li seranserê cîhanê hejmara tûşbûyên vîrusa koronayê milyonek û 200 hezar kesan derbas kiriye û hejmara miriyan jî 65 hezar kesan derbas kiriye. Îran piştî Çînê yek ji welatê herî zû vîrus lê belav bûye ye ku li ser ragihandina hejmarên wê gelek welat bi şik û guman in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin