PeyamaKurd – Îran, rêxistinên Kurdistana Rojhilat yên weka Komele û İKDP ê tewanbar dike ku mirovên xwe ji baregehên xwe yên Herêma Kurdistanê şandine ser sînorê Îranê û lewra baregehên wan bi topan topbaran kirine. Îran hem dibêje ku sîlihan didin Kurdên Îranê.
Ragihandina agahiya topbarana sînorên herêma Kurdistanê ji aliyê artêşa Îranê de, ji aliyê ajansa fermî ya Îranê IRNA de hat kirin ku binkeya nûçeya xwe biriye ser agahiyên artêşê. Di nûçê de hat gotin ku rêxistinên navborî di demen dawiyê de, diçin nav axa Îranê û êrîşan birine ser qereqolên Îranê yên ser sînor.
Ajansa Fars ya Îranê ku nîv-fermiye ragihand ku Komele û İKDP grûbên çekdar û gelek jî sîlihan şandiye ser sînor û li hemberê wan, artêşa Îranê çeperên van rêxistinan topbaran kiriye.
Komele û İKDP di nav Herêma Kurdistanê de, li jîngehên ku di bin rêvebiriya herêma Kurdistanê de ne dimînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin