Welatiyan û karmendên DEDASê ser kirin: 7 kes hatin desteserkirin

Welatiyan û karmendên DEDASê ser kirin: 7 kes hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Li navçeya Nisêbînê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ve, welatiyan û karmendên DEDAŞê ku dixwestin jimêrekên elektrîkê derxînin ser stûnan, şer kirin û di encama bûyerê de de 7 kes hatin desteserkirin.

Li gor zanyariyan, li navçeya Nisêbînê karmendên Kompanya Dabeşkirina Elektrîkê ya Dîcle (DEDAŞ) xwestin jimêrekên elektrîkê ji malan derxînin û li ser stûnan girê bidin, lê welatiyan rê neda karmendan û di navbera wan de alozî derket.

Herwiha polîsan 7 welatiyên nihiştine karmendên DEDAŞê karê xwe bikin desteser kirine û nîştecihên taxê jî li hember vê yekê nerazîbûna xwe nîşan dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin