Wan | 33 koçberên kaçax di malekê de hatin desteserkirin

Wan | 33 koçberên kaçax di malekê de hatin desteserkirin

PeyamaKurd Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, 33 koçberên kaçax di malekê de hatin desteserkirin. Herwiha 2 kes jî bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan hatin desteserkirin.

Tîmên Rûbirûbûna Qaçaxçîtiya Koçberan ên ser bi Rêveberiya Ewlekariya Wanê, li taxa Selaheddîn Eyûbî ya girêdayî navçeya Rêya Hermûşê, komek koçber şeva Pêncşembê 10ê Adara 2022an de, di encama operasyonekê de girtin. 

Di encama wê operasyonê de, 33 koçberên Efxan hatine desteserkirin û herwiha 2 kes jî bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan hatin desteserkirin û koçberên destserkirî  şandin Şaxa Rêveberiya Rûbirûbûna Qaçaxçîtiya Koçberan a Navenda Ewlekariya Wanê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin