PeyamaKurd- Li gorî aghiyên ku ji malpera fermî ya hikûmeta Belarusê hatin ragihandin, Belarusê hin herêmên ku ber bi Ukraynayê ve diçin, asteng kirine.
Di agahiyên hatin parvekirin de hat ragihandin ku çûnehata herêmên Loevsky, Braginsky û Khoiniki yên ser bi herêma Gomelê ya ku dikeve başûr-rojhiltê sînorê navbera Rusya û Ukraynayê, bi awayekî derbasdar hatiye rawestandin û ev biryar jî bi rêya malpera fermî hatiye ragihandin.
Ji aliyê rayedarên hikûmeta Belarusê ve di derbarê biryarê de pêvajoyeke diyarkirî nehat ragihandin bes hat diyarkirin ku ev biryar li derveyî karker û niştecihên ku li herêmê dijîn, hatiye girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin