PeyamaKurd – Rayedarên bergiriya Îsraîlê dibêjin, Îranê hin baregehên hêzên xwe yên li Sûriyê vala kirine û hejmara hêzên komên çekdarên girêdayî xwe jî kêm kiriye.
Li gorî çavkaniyên leşkerî yên Îsraîlê hêzên ku Îran li Sûriyê piştgiriya wan dike hinek baregehên xwe vala kirine û dest bi vekişîna ji Sûriyê kirine ku bi sedema kêmbûna şer û pevçûnan jî hejmara hêzên Îran piştevaniya wan dike kêm bûne.
Wezîrê Bergiriya Îsraîlê Naftalî Bennett, hefteya borî ragihandibû ku hedefa wan a nû derxistina hêzên îranî ji nav erda Sûriyê ye.
Balafirên Îsraîlê bi sedema hebûna hêzên îranî gelek caran êrîşan dibin ser bi taybet Şam û herêmên din ên Sûriyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin