Îsraîl: Emê li seranserê Sûriyê li hêzên Îranê bixin

Îsraîl: Emê li seranserê Sûriyê li hêzên Îranê bixin

PeyamaKurd – Hat îdîa kirin ku Serokwezîrê Îsraîl Binyamîn Netanyahu ragihandiye ku ewê ne tenê li nêzî sînor li seranserê Sûriyê li hêzên Îranê bixin.

Li gor nuçeya Jerusalam Postê Serokwezîrê Îsraîl Binyamîn Netanyahu, bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo re peywendî pêkaniye û gotiye ku ewê ne tenê li nêzî sînor li seranserê Sûriyê li hêzên Îranê bixin.

Di nûçeya Jerusalam Postê de ev agahî cih digirin, Netanyahu di peywendiyên xwe yî ligel Pûtîn û Pompeo de bi awayekî eşkere prensîbên siyaseta Îsraîlê li ser Sûriyê aniye ziman û diyar kiriye ku ‘ewil divê Îran ji temamê Sûriyê vekişe’.

Herwiha Netanyahu destnîşan dike ku “duyem, em dê li hember tevgerên Îran û wekîlên wê bo tesîskirina baregehên eskerî li nêzî sînor û di nava Sûriyê de bisekinin û li hember van pêngavan biavêjin, jixwe me avêt jî.”  

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin