PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) hat ragihandin ku ji bo ew ji Ukraynayê re bişînin, dê ji Koreya Başûr guleyên obusan bikirin.
Ji aliyê Berdevkê Pentagonê Serheng Marty Meiners ve bi rêya daxuyaniyekê hat ragihandin ku Amerîka dê ji Koreya Başûr, 100 hezar guleyên obusê bikire û ji bo Ukraynayê bişîne. Ji aliyê rayedarên Pentagonê ve hat ragihandin ku bi vî awayî dê stoqên cebilxaneya wan jî hinek werin parastin.
Meiners da zanîn ku ji bo amadekariyên berevaniya Koreya Başûr ên li dijî gefên herêmî neyên dijwarkirin, ew ê ji stoqên leşkerî yên Seulê cebilxaneyan nestînin.
Her wiha ji aliyê din ve jî hikûmeta Koreya Başûr, ji bo Ukraynayê piştgiriya xwe ya cebilxaneyên nekujêr berdewam dike û ji ber vê yekê jî Koreya Başûr, guleyan rasterast ji Ukraynayê re naşîne, ji Amerîkayê re dişîne û bi vê rêbazê jî armanc dike ku vê rêzmana xwe biparêze.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin