PeyamaKurd – Fermandarê hêzên Rûsyayê yên Sûriyê general Aleksandr Çayko car din çûye Qamîşloyê û bi hêzên HSD ê re civîn kir. Li gor ragihandina kanala tv yê Al-Mayadînê Çayko ji balafirgeha Hmeymimê çûye ya Qamîşloyê. Hat ragihandin ku mijar li ser tehdîdên operasyonên Tirkiyê yên ji bo ser Rojavayê Kurdistanê ye.
Meha borî general Çayko li bajarê Hesîçayê bi fermandarê giştî yê HSD ê te bi Mazlum Ebdî re hevdîtin kiribû. Li gor Al Mayadinê di hevdîtina Çayko û Ebdî de li ser gengeşeya ser sînor û berlêgirtina operasyonên Tirkiyê wê dikaribin çi bikin, axifîne.
Hat ragihandin ku di vê hevdîtinê de Rûsya pêşniyar kiriye ku li ser sînorê Sûriyê bi 30 km yan hêzên Sûriyê bicîh bikin. Li gor ragihandina berdevkê HSD ê Aram Hanna ku ji tv ya Al Arabiya re gotiye; general di hevdîtinê de şertên Tirkiyê gihandiye HSDê. Hanna negotiye ku şertên Tirkiyê çine lê temamê daxwazên Tirkiyê red kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin