Trump: “Piştî hevdîtina bi Şi re, dê mijara firotina çekan bo Taywanê rave bike”

Trump: “Piştî hevdîtina bi Şi re, dê mijara firotina çekan bo Taywanê rave bike”

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku di seredana Çînê de, wê bi serokê dewleta Çînê Şi Cinping re li ser mijara Taywanê biaxife û paşî dê ji bo çekan bifroşe Taywanê, raveyan bike.

Di hevdîtina bi Şi re dê, li ser mijarên weka enerjiyê, bazirganî û Îranê dê biaxife. Trump ragihandina xwe li Koşka Sipî kir û bi rojnamevanan re li ser mijaran axifî.

Trump got ku roja Çarşemê wê bigihê Pekinê û roja Pênşemê bi serokê Çînê bi Şi re dest bi hevdîtinan bike. Trump her weha got ku bi serokê Çînê bi Şi re baş li hev dike.

Trup her weha behsa tankêrên petrolê yên Çînê kir ku di Tengava Hurmizê de derbas dibin û got ku pêdiviya Çînê bi wan heye. Wê li ser mijara Hurmizê bi firehî biaxifin. Li ser mijara firotina çekan ya ji bo Taywanê jî Trump got:

“Ez ê vê mijarê bi serokê Çînê bi Şi re biaxifim. Şi vêya naxwaze û ez ê vê mijarê pê re biaxifim. Ev yek ji wan mijaraye ku ez ê bi Şi re biaxifim. Ez û Şi baş li hev dikin. 1,4 milyar mirovî bi destekê gelek tund îdare dike û ji welatê xwe gelek hez dike.”