Li Rojavayê Kurdistanê 20 kesên din tûsî Korona bûn kesekî jî can da

Li Rojavayê Kurdistanê 20 kesên din tûsî Korona bûn kesekî jî can da

PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê 20 kesên din tûşî vîrusa Koronayê bûn û kesekî jî ji ber wê can da.

Li gor Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, îro li hêrêma Rêveberiya Xweser 20 kesên din tûşî Korona bûne.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir, 16 pêketî li herêma Cizîrê, 2 pêketî li Dêrazorê û 2 pêketî li herêma Şehbayê hatine tomar kirin

Herwiha Hevserokê Desteya Tendirustiyê ragihand, ji wan pêketiyan, kesekî temenê wî 60 salî bû li herêma Şehbayê can daye.

Bi vî awayî hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine gihişt 50 kesan û heta niha 2 kesan jî can daye.

Li Rojavayê Kurdistanê û di çarçoveya rêgirtina belavbûna vîrusa Koronayê de, Şaneya Krîzê ya Rêveberiya Xweser qedexeya çûnûhatinê ji bo 14 rojan ragihand, 6ê Tebaxê ve dikeve warê cihbicihkirinê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin