PeyamaKurd-Li navçeya Kirikhanê ya Hatayê, Festîvala 2yemîn a Cegerê û Şahiyên Biharê hat lidarxistin. Festîval, li Qada Mesîreyê hat rêvebirin. Ji aliyê rêvebirên festîvalê ve hat ragihandin ku îsal di festîvalê de tonek cegera berxan hatiye xwarin.
Festîvala 2yemîn a Cegerê û Şahiyên Biharê, bi tevlîbûna hejmareke zêde ya niştecihan hat rêvebirin. Di Festîvala ku rayedarên bajêr jî tevlîbûn de hat ragihandin ku Hatay, di warê gastronomiyê de bajarê herî mezin ê 26emîn e û 700 cure xwarinên wê yên navdar hene. Hat ragihandin ku 11 hosteyên cegerpêj standên xwe li qadê vekirine û tonek ceger hatiye pehtin û hatiye belavkirin.
Ferqa navbera Cegera Hatayê û Cegera Diyarbekir û Rihayê ew e ku li Hatayê cegera xwe hûriktir hûr dikin û bi rêbazeke cuda pêşkêş dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin