PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Suriyeyê Faysal Mikdad, bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku Suriye, piştgiriya navneteweyî û rakirina dorpêçên aboriyê yên li dijî Suriyeyê, heq dike.
Faysal Mikdad, bi rêya daxuyaniyekê da zanîn ku Suriye li hember terora gerdûnî têkoşînek dide û ji aliyê çavkaniyên mirovî û aboriyê jî beriya niha berdêlên ku mînakên wê nayên dîtin, dane.
Wezîr Mikdad da zanîn ku gelên Suriyeyê, piştgiriya navneteweyî ya ku xwe pê bidin hev heq dikin û gelên Suriyeyê, niha di bin dorpêçên Amerîka û hevkarên wê yên aborî de mane.
Faysal Mikdad di dewama daxuyaniya xwe de bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo rakirina van dorpêçên aboriyê piştgiriyê bikin û ji bo derxistina hêzên biyanî yên ji Suriyeyê jî alîkariyê bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin