PeyamaKurd - Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya amarên vîrusa koronayê ya îro 3yê Gulanê de ragihand ku di 24 saetên borî de li Herêma Kurdistanê ti haleteke nû ya tûşbûyê Covid-19 nehatiye tomarkirin.
Li Herêma Kurdistanê heta niha 387 bi vîrusa korona ketine, 5 kesan can daye, 332 kes baş bûne û tenê 50 kesên nexweşên Covid-19 mane.
Ragihandina Wezareta Tenduristîyê:
Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê, rêkar berdewam in bi vî awayî:
Hejmara hevwelatîyên di Kerentînan de, (9,694) hevwelatî bûn. Niha tenê (1,267) hevwelatî, li (33) cihên cuda, di kerentînan de man e, (362) li Hewlêrê, (160) li Silêmanîyê, (716) li Duhokê û (29) jî li Raperîn. (8,427) hevwelatî ji kerentîneyê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema dû hefteyan di Kerentîneyê de derbaz kirin e. Hejamreka din li 24 demjimêrên burî hatine kerentînekirin ku tevaya hejamara wan (13) Hevwelatî ne.
Di dema 24 demjimêrên burî de, (1,185) pişkinîn li ser asta Herêmê hatin encamadan. (310) li Hewlêrê, (472) li Silêmanîyê, (318) li Duhokê, (0) li Helebce, (85) li Soran û (0) jî li Raperîn.
Di encam de, ti haletên nû yên tûşbûnên bi Vayrosa Koronayê li Herêma Kurdistanê ne hatîye tomarkirin.
Hejmara tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Koronaya Nû (KOVID-19 li Herêma Kurdistanê gehişte (387) kes in, di nav wan de, (5) haletên mirinê hene û (332) nexweş jî çêvebûne û nexweşên mayî jî tenê (50) nexweş in û di bin çavdêrîya pizîşkî de ne.
Tevî destxweşîyê bo pizîşik, karmendên Tenduristîyê û tevaya tîmên pizîşkî yên di kar de ne, careka din tika dikîn, hevwelatî bi tî awayekî ji malên xwe nehên derve û pabend bin bi rênimayî yên tenduristîyê. Di dema pêwîst de jî, peywendîyê bi hêla germa hejamre (122) bikin.
Wezareta Tenduristîyê
Hikumeta Herêma Kurdistanê
3-5-2020
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin