PeyamaKurd- Li bajarê Xarpêtê asayîşa bajêr li temamê bajêr kontrolan kir û 99 kesan xistin bin çav û ji wan 99 kesan 18 ji wan xistin zîndanê. Hêzên asayîşê radigihînin ku bo sedema berlêgirtina sûcan, yên ku dibin sedema sûcan û kesên bi guman bên girtin, wan kontroleka giştî ya asayîşê kiriye.
Di kontrolan de 35 kesên ku dewletê li wan digeriya û 64 kesên ku gumanbarbûn bi tevahî 99 kes hatine binçavkirin. Piştî ewraqên wan yên li asayîşê hatine amadekirin, wan sewqî edliyê kirine û ji wan 18 kesan xistine zîndanê.12 kesên wenda ku malbatên wan li wan digeriyan jî hatine desteserkirin û wan teslîmê malbatên wan kirine.
Di kontrola asayîşê de 117 sîlihên bê ruxset û demançeyên sexte,11 tivingên nêçîrê,12 alavên birek,100 gram esrar û hinek kokaîn hatine girtin.
Mekanên ku qumarê didin leyîstandin jî bi cezayê pera û girtinê hatine cezakirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin