Liz Truss: Min biryarê da niha em bacê zêde nakin

Liz Truss: Min biryarê da niha em bacê zêde nakin

PeyamaKurd – Serokwezîra Îngîltere Liz Truss piştî wezîrê darayî Kwasi Kwarteng ji ser karê wî girt, civîna çapemeniyê lidarxist û got:

“Min biryarê da ku zêdekirina bacê rawestînim. Em ê di aboriyê de pêşbikevin. Aboriyeka baca wê kêm, yewmiya zêde û mezinbûna wê di asta bilind de pêşkêşî we dikim. Bi sedema ku êrîşên Putin li Ûkrayna dewam dikin, dibe aboriya navdewletî jî xerab bibe.”

Serokwezîra Îngîltere Liz Truss ragihandibû ku nisbeta bacê ji 19 an derxista %25 an lê niha da rawestandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin