PeyamaKurd - Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, li ser operasyona 21 bajaran a pêla binçavkirina parêzer, rojnamevan, hunermend û endamên rêxistinên civakî ragihand ku operasyon li hember xebatên hilbijartinê hatiye kirin û got: “Ev binçavkirin, operasyoneke kûmpasê ye.”
Pervîn Buldan, li bajarê Wanê navçeya Elbakê di vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk de, li ser pêla binçavkirinê ya îro 25ê Nîsanê danê sibehê bi navenda Diyarbekirê li 21 bajaran dest pê kiriye û zêdetirî 150 kes hatine binçavkirin daxuyanî dan.
Buldan got: “Di van demên xwe yên dawî de, bi navenda Diyarbekirê li gelek bajaran operasyonên binçavkirinê kirin. Navê vê operasyonê, operasyona kûmpasê ye. Ez vê operasyona li dijî kesên xebatên hilbijartinê bimeşînin, parêzerên di hilbijartinê de peywirê bigirin, hunermendên ku derketina ser dikê û hevalên me yên xebatên hilbijartinê bimeşanda bi tundî şermezar dikim.”
Buldan diyar kir, “Her ku winda dikin bêhtir êrîş dikin lê dê pir mezin winda bikin. Lewma ez li hemberî zextan, astengkirinan û mercên faşîzmê banga piştevanî û yekîtiyê li gel dikim. Roj roja yekitî û hevgirtinê ye. Roja roja mezinkirina têkoşînê û têkbirina faşîzmê ye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin