SOHR: Balafira Rûsî deverên artêsa Tirk bombebaran kir

SOHR: Balafira Rûsî deverên artêsa Tirk bombebaran kir

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên Rûsî li rojhilatê Idlibê binkeyên ku artêşa Tirk tê de ne bombebaran kir.

Li gorî zanyariyên SOHRê balafireke Rûsya çend caran gundê Mejdeliya yê li ser rêya Heleb-Lazîqiyê "M4" ê ku dikeve rojhilatê bajarê Idlibê ku çend binkeyên girêdayî artêşa Tirk tê de hene, bombeberan kir.

SOHRê doh ragihandibû ku hêzên rejîma Şamê gundê Sifûhin, El-Fitêra, Filêfil ê li çiyayên Zawiye yê başûrê Idlibê topbaran kirin.

Herwiha hat diyarkirin ku di encama topbarana hêzên rejîmê li ser gundê Kefernûran ê gundewarên rojavayê Helebê jinek hate kuştin û 3 kes birîndar bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin