PeyamaKurd – Swêdê biryar daye, kesekî ku Tirkiye ji ber sextekariyê bi bultena sor lê digere, radest bike.
Li gor zanyariyan, navê wî kesê ku Tirkiye bi bultena sor lê digere Okan Kale ye û ji bo neyê naskirin navê xwe kiriye Johan Gustavsson.
Herwiha li gor nûçeya SVT ya Swêdê, di derbarê Okan Kale yê 35 salî yê ku ji ber sextekariyê Tirkiye bi bultena sor lê digeriya de, biryar hatiye dayîn ku radestî Tirkiyê bê kirin.
Wezîra Dad û Navxweyî ya Swêdê Morgan Johansson li ser biryara Dadgeha Bilind axivî û got, ev rewşeke rûtîn e.
Li gor hat destnîşankirin, Okan Kale yê ku ji sala 2011an û vir ve li Swêdê dijî û di vê heyamê de serlêdana penaberiyê jî kiriye, li Tirkiyê ji ber sextekarîyê, 14 sal cezaya girtîgehê lê hatiye birîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin