PeyamaKurd – Rêzefilmê bi navê Yalniz Kurt (Gurê bi tenê) piştî bertekan, weşana xwe bi dawî kir.
Di rêzefîlm de, sivikahî li Başûrê Kurdistan, Barzaniyan û Hikumeta Herêma Kurdistanê dihat kirin û propagandeyek nijadperestî dihat meşandin.
Piştî ku gelek Kurdên di nava AKPê de jî ev rêzefilm şermezar û rexne kirin, vê yekê di nava partiya wan de gotubêjek peyda kir û beşek di nava AK Partiyê de behsa girîngiya pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiye kirin û herwiha helwesta ku di vî rêzefilmî de hatiye pêş bi nijadperestî nav kirin.
Piştî bertekên ji her alî ve, rêzefilm bi dawî kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin