Dîlok | Di malekê de 8 koçber hatin desteserkirin

Dîlok | Di malekê de 8 koçber hatin desteserkirin

PeyamaKurd Di maleke li navçeya Şahînbega ser bi parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê de, 8 koçber hatin desteserkirin û xwediyê malê jî hat girtin.

Li gor Rêveberiya Ewlekariya Dîlokê diyar kir, Tîmên Şaxa Deriyên Sînorî û Dijî Qaçaxçitiya Koçberan li navçeya Şahinbegê li dijî qaçaxçiyên koçberan operasyonek pêk anî.

Herwiha di encama operasyonê de, di nava malekê de 8 koçber û xwediyê malê M.D. hatin desteserkirin. 8 koçber ji bo bên dersînorkirin radestî saziyên pêwendîdar hatin kirin û M.D. jî bo dadgehê hat veguhestin. M.D. ji aliyê dadgehê bi hinceta qaçaxçitiya koçberan hat girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin