Îtîlafa Oposizyona Sûriyê bo Suleymanî: Destê wê di komkûjî û koçberkirina xelkê Sûriyê de hebû

Îtîlafa Oposizyona Sûriyê bo Suleymanî: Destê wê di komkûjî û koçberkirina xelkê Sûriyê de hebû

PeyamaKurd - Îtîlafa Oposizyona Sûriyê pêşwazî li kuştina Qasim Suleymanî kir, lê hikûmeta Sûriyê jî ew kiryar bi tûndî şermezar kir.

Qasim Suleymanî di şerê Sûriyê de deng vedabû, û ew bi piştgirê sereke yê hikûmeta Sûriyê dihate naskirin. Rola wî di kontrolkirina bajar û navçeyên Sûriyê ji destê rêsxirina terorê ya DAIŞê û komên çekdar yên opozisyona Sûriyê de, hebû.

Kuştina Fermandarê Supaya Quds a Supaya pasdaran a Îranê di êrîşeke Amerîkayê de li nêzîkî balafirxaneya Bexday li nav Sûriyê karvendan li pey xwe anî.

Îtîlafa Niştîmaniya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, ku kuştina Suleymanî dawiya yek ji diyartirîn tawankarê şerê Sûriyê ye û eşkere kir, ku destê wê di komkûjî û koçberkirina xelkê Sûriyê de hebû.

Lê li aliyekî din, alîgirên hikûmeta Sûriyê Qasim Suleymanî weke qehremanê rizgarkirina wan didin zanîn, bi taybet roleke wî ya bi bandor di şer li dijî DAIŞê de û şerê li dijî grûpên çekdarên opozîsyona Sûriyê de hebû.

Suleymanî, endazyarê orgenîzekirina milîsên Iranê li Sûriyê ye, ew bi operasyona rakirina dorpêça li ser balafirxaneya Kiwêris ya Helebê hebû. Lewma Hikûmeta Sûriyê bi tûndî kuştina fermandarê Supaya Quds û cîgirê serokê Heşda Şebî şermezar kir.

Çavkaniyeke wezareta derve ya Sûriyê di daxuyaniyekê de bo ajansa fermî ya Sûriyê ragihand, ku Amerîka derbarê neramiya navçeyê berpirsyare û dixwaze rewşê zêdetir aloz bike. Çavkaniya wezareta derve ya Sûriyê eşkere kir, ku ew hevxemî û piştgîriya xwe bo herdu welatên Iraq û Iranê nîşan didin.

Piştî êrîşa Amerîka, herdu diravên sûrî û Iranê li cihê êrîşê hatin dîtin, ji ber ku Suleymanî berdewam di şerê Sûriyê de dihate dîtin û bibû aktorekî sereke yê wî şerî ku toreke berfireh li wî welatî ava kiribû heta xwe gihandibû ser sînorê Îsraîlê jî, lewma bi dehan caran balafirên Îsraîlê navendên Iranî li Sûriyê kirin armanca xwe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin