Nêçîrvan Barzanî bi sanda Amerîkî re civiya

Nêçîrvan Barzanî bi sanda Amerîkî re civiya

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Pêncşemê pêşwazî li Cîgirê Şanderê Taybet ê Amerîka bo Hevpeymaniya Navdewletî û Şêwirmendê Bilind ê Şanderê Taybet ê Amerîka bo Sûriyê William Robak kir.

Piştî civînê hat ragihandin, di civînê de her du aliyan dawî pêşhatên Iraqê, êrîşa şeva borî ya ser hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li serbazgeha El Tacî li Bexdayê, dawî pêşhatên siyasî li Iraqê û hewlên bo destnîşankirina kandîdê nû ji Serokatiya Hikûmeta Iraqê, pêwendiyên Hewlêr – Bexda, belavbûna Korona li Herêma Kurdistanê û Iraqê û pêngavên rûbirûbûna wê guftûgo kirin.

Di beşeke din a civînê de, ku Konsûlê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê û hejmarek ji berpirsên Herêmê tê de amade bûn, metirsiyên serîhildana DAIŞê û girîngiya piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ji Iraq û Herêma Kurdistanê re bo rûbirûbûna wê, pirsa Sûriyê û pêşhatên serbazî li meydana Sûrî û nêzîkkirina aliyên Kurdî guftûgo kirin û her du aliyan tekezî li ser piştevaniya wan hewlan kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin