Termên 9 kustiyên êrîsa Zaxoyê bi merasîmeke mezin hatin birêkirin

Termên 9 kustiyên êrîsa Zaxoyê bi merasîmeke mezin hatin birêkirin

PeyamaKurd – Termên 9 geştiyarên ku di topbarana Tirkiyê de, li Zaxoyê hatibûn kuştin, bi merasîmeke fermî ya bi beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji ser Balarfigeha Navdewletî ya Hewlêrê ve bo Bexdayê hatin şandin.

Termên her 9 kesên sivîl li Balafirgeha Hewlêrê bi merasîmeke mezin hatin pêşwazîkirin û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên tevî hejmarek berpirsên din ên Herêma Kurdistanê û Iraqê di merasîmê de amadehî kirin.

Nêçîrvan Barzanî di merasîmê de ji bo rêzgirtinê destegul danî ser tabûta qurbaniyên topbarana Zaxoyê û paşê çû cem kesûkarên qurbaniyan û ew hembêz kirin û hevxemiya xwe nîşan da.

Serokê Herêma Kurdistanê û Fûad Husên tabûta qurbaniya topbarana Zaxoyê ya keçeke yek salî higiltin heta nav balafira leşkerî birin.

Parêzgarê Duhokê Elî Teter jî li Duhokê di merasîma birêkirina termên geştyaran bo Hewlêrê de got, pêwîst e aliyê ku topbaran pêk aniye, li gor yasaya navdewletî were cezakirin.

Di êrîşa doh 20ê Tîrmehê ya artêşa Tirk de, li havîngeha Perexê ya Zaxoyê zarok jî di nav de 9 geştiyar hatin kuştin û zêdetirî 30 kes jî birîndar bûne ku karvedaneke mezin vê bûyerê bi xwe re aniye û ji gelek aliyan ve ev êrîş tê şermezarkirin.

Tirkiyê êrîş negirtiye ser xwe, lê li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê, bi zelalî derketiya holê ku êrîş ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin