PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên jêr deshilata Rêveberiya Xweser 109 kesên din bi koronayê ketin û 3 kesan jî wefat kir.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.
Dr. Mistefa ragihand, 109 kes bi Koronayê ketine, ji wan 15 kes li Hesekê, 40 kes li Qamişlo, 9 kes li Dêrikê, 1 kes li Dirbêsiyê, 4 kes li Çilaxa, 8 kes li Tebqayê, 9 kes li Reqayê, 4 kes li Kobanî û 5 kes jî li Şehbayê ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku 3 kesan bi Koronayê can daye û 2 kes jî baş bûne.
Li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê gihîşt 9665 kesan, ya mirinan bû 369 kes û heta niha 1293 kes jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin