PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku wê hilbijartinên Parlamena Kurdistanê di 20ê Cotmehê de bêne kirin.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab bi daxuyaniyekê ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dîroka helbijartinên Parlamena Kurdistanê diyar kiriye.
Dilşan Şebab da zanîn ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî destnîşan kiriye ku hilbijartinên Parlamena Kurdistanê di 20ê Cotmeha îsal de bêne kirin.
Piştî pêvajoyeke dirêj a nakokiyên li ser şêxaz û şert û mercên hilbijartinên Parlamena Kurdistan û çawaniya parlamenê, Hewlêr û Bexdayê li hev kirin.
Piştî ku Dadgeha Federal a Iraqê biryar da ku 11 kursiyên kotayên pêkhateyên Herêma Kurdistanê hatine betalkirin û navendên hilbijartinan hatine guhertin û pirkirin. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) biryara boykotkirina hilbijartinan ragihandibû.
Ev biryara PDKê bû sedema nîqaşên dûv û dirêj û di encamê de Dadgeha Federal biryara betalkirina kotayan ji nû ve di ber çavan re derbaz kir û ragihand ku ji bo pêkhateyên Herêma Kurdistanê 5 kursî wê bêne terxandin û piştî vê biryarê, alozî ber bi aşbûnê ve veguherî.
Piştî hemû ev geşedanan Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro dîroka pêkanîna hilbijartinan wek 20ê Cotmehê destnîşan kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin