Erdogan: Me bi Îmaratê re serdemeke nû da destpêkirin

Erdogan: Me bi Îmaratê re serdemeke nû da destpêkirin

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro Duşemê 14ê Sibatê beriya serdana xwe ya Îmaratên Yekgirtî yên Erebî li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê daxuyanî dan.

Erdogan li ser mebesta xwe ya serdana Îmaratê diyar kir ku wan serdemeke nû di pêwendiyên xwe de daye destpêkirin û got ku ew ê di vê serdanê de ji bilî pêwendiyên dualî geşedanên herêmî û navnetewqî bi hurgilî gotûbêj bikin.

Herwiha Erdogan bal kişand ser ku bi Îmaratê re bi qasî 8 milyar dolaran bazirganiyê dikin û yek ji şirîka wan a bazirganî ya girîng e û dixwazin bi vê serdanê rêjeya bazirganî û veberhênana ligel Îmaratê hîn zêdetir bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin