PeyamaKurd – Merkeza Navendê ya Partiya Demokarta Kurdistanê biryarê da ku kesên ji bo endamtiya polîtburoya PDK ê hatine hilbijartin, divê ji karên xwe yên hukumetê û parlementoya Kurdistanê îstîfa bikin. Ragihandina xeberê ji K24 ê hat kirin ku çavkaniya xwe dibe ser kesekî ku ji bo komîta navendê ya PDK ê hatiye hilbijartin. Biryara komîta navendî ya PDK ê li van kesan bandorê dike:
-Hêmin Hewramî – Cîgirê serokê parlementoya Kurdistanê
-Piştewan Sadiq – Wezîrê Ewqaf û Karên Olî
-Serbest Lezgîn – Cîgirê wezîrê Pêşmerge
-Zagros Fettah – Cîgirê wezîrê Plandananê
Di civîna îro ya Komîta Navendî ya PDK ê de 17 kes bûn endamên polîtburoyê. Kesên bûn endamên polîtburoyê ev in:
Sîdad Barzani, Hêmin Hewramî, Hiwa Ahmed Mustafa, Zagros Fetah, Newzad Hadi, Amîne Zikri, Serbest Lezgin, Piştewan Sadiq, Ali Huseyin, Fuad Huseyin, Fazil Mirani, Azad Berwarî, Hoşyar Zebarî, Zaim Alî, Rebwar Yelda, Mahmûd Muhammed, Kemal Kerkûkî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin