PeyamaKurd – Li eyaleta Hubeî ya Çînê, balafireke leşkerî ya artêşê bi ser cihê niştecihbûna sivîlan de ket.
Hat ragihandin ku balafira artêşa Çînê ya cûreya J-7 dema firîna perwerdehiyê, bi ser bajêr de ketiye û di encamê de kese miriye û 2 kes jî birîndar bûne.
Pîlotê balafirê jî beriya balafir bikeve xwe bi paraşûtê avêtiye û rizgar bûye.
Li cihê balafir ketiye ji bilî mirina kesekî û birîndarbûna du kesan, ziyaneke mezin a madî jî çêbû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin