PeyamaKurd - Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Çînê li Hewlêrê kir û di hevdîtinê de Konsulê Çînê eşkere kir ku Çînê daxwaza xwe bo pêşxistina peywendiyên aborî, perwerdeyî û teknolojîk ligel Herêma Kurdistanê anî ziman.
Serok Mesûd Barzanî îro 16ê Îlonê, li Pîrmamê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Çînê li Hewlêrê Liu Jun kir. Li gorî ragihandina Baregeha Barzanî, hevdîtin bi merema xatirxwastinê û bidawîhatina erkê Konsulê Giştî hate kirin.
Di hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Çînê rêz û hurmet bo xebat, xweragirî û qurbanîdana gelê Kurdistanê diyar kir û tekez kir ku xebitîna wî li Herêma Kurdistanê ezmûneke dewlemend û giring bûye. Herwiha daxwaza zêdetir aramiyê bo Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku welatê wî dixwaze di warên aborî, perwerde û teknolojiyayê de peywendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê pêş bixe.
Serok Barzanî jî ji aliyê xwe ve spasiya Konsulê Giştî yê Çînê kir, ku di dema erkê xwe de rolekê berçav di xurtkirina dostanî û peywendiyên navbera Çîn û Herêma Kurdistanê de lîstiye û serkeftin di karê wî yê paşerojê de bo wî xwast.
Serok Barzanî herwiha rêz û hurmetên xwe bo rola şaristaniya Çînê di dîroka mirovahiyê de diyar kirin û bizavên serkirdetiya Çînê bo pêşxistina welatê wan û alîkarîkirina tenahî û pêşxistinê li ser asta cîhanê bilind nirxand.