PeyamaKurd – Endamê polîtburoya PDKê û Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinên PDKê Hoşyar Zêbarî di civîneke çapemeniyê de diyar kir, partiya wan li ser erkdariya Serok Barzanî bangeşeyeke aram birêve biriye.
Îro 12.10.2021ê Hoşyar Zêbarî, civîneke çapemeniyê li darxist û balkêşa ser encamên hilbijartinê û da zanîn, li ser erkdariya Serok Barzanî di hilbijartinê de PDKê bangeşeyekî aram birêve biriye.
Endamê polîtburoya PDKê eşkere kir, aliyên siyasî yên Iraqê her ji niha ve dest bi pêwendiyên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kirine û dibe ku vê carê pêkanîna hikûmetê asantir be.
Hoşyar Zêbarî destnîşan kir, partiya wan serkeftineke mezin di hilbijartinê de bidest xistiye û got: ‘‘Em keyfxweş in bi encamên hilbijartinê û serkeftineke mezin me bidest xist. Herwiha li gor me qonaxa pêş a li Iraqê, qonaxeke girîng û çarenivîssaz dibe.’’
Zêbarî amaje bi wê yekê jî kir, di vê hilbijartinê de gelê Iraq û Kurdistanê ‘‘Cezayê wan kesan da ku li dijî berjewendiyên xelkê tevdigeriyan.’’
Berî niha Zêbarî di bernameyekê de dabû zanîn: ‘‘Aliyên siyasî yên Iraqê bi sedan pêwendî li gel PDKê pêk anîne ji bo guftûgo û danûstandinên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê.
Herwiha diyar kiribû, PDK aliyekî serekî yê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê dibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin