Rusya: Me li cîhê hilberîna balafirên bêmirov xist

Rusya: Me li cîhê hilberîna balafirên bêmirov xist

PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Berevaniya Rusyayê Igor Konaşenkov, bi rêya daxuyaniyekê di derbarê şerê navbera Rusya û Ukraynayê de agahî dan. Konaşenkov ragihand ku wan li dijî cihê hilberîna balafirên bêmirov, êrîş pêk hanîne.

Konaşenkov eşkere kir ku wan li Ukraynayê, bi moşekên menzîldirêj ên rasteqîne li cihên ku balafirên bêmirov li dijî Rusyayê "êrîşên terorîstî" dikirin, xistine.

Konaşenkov diyar kir ku Hêzên Çekdar ên Rusyayê di 31ê Kanûnê de bi moşekên teqwiyeyê yên menzîldirêj ve li Ukraynayê li tesîsên endustriya parastinê yên li Ukraynayê xistine û ev agahî dan:

"Êrîş gihîştin armanca xwe. Planên rejîma Kievê yên ji bo organîzekirina êrîşên terorê yên li hemberî Federasyona Rusyayê di demeke nêz de têk çû."

Igor Konaşenkov diyar kir ku operasyonên li Ukraynayê dewam dikin û got,

"Heta niha li Ukraynayê 355 balafir, 199 helîkopter, 2 hezar û 779 balafirên bêmirov, 399 pergalên moşekên parastina asîmanî, 7 hezar û 350 tanq û maşînên zirxî, 957 roketavêj, 3 hezar û 75 obus û topên hawanê, 7 hezar û 859 maşînên leşkerî yên taybet hatin jinavbirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin