PeyamaKurd-Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku ji bo çareseriya pirsgirêkên avê yên Hewlêrê, bîrên nû yên avê bên vedan. Ji bo çareseriya avê, 4 xal hatin destnîşankirin.
Li ser pirsgirêka avê ya Hewlêrê îro civînek hat lidarxistin. Civîn li Hewlêrê, bi beşdariya Wezîrê Bajarvanî û Tûrîzmê Sasan Ewnî, Wezîrê Elektirîkê Kemal Mihemed Salih, Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û çend berpirsên din hat kirin. Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî zêdetirî 7 milyar û 600 milyon dînaran ji bo çareseriya pirsgirêkên avê terxan kiribû û ev civîn jî ji bo cîbicîkirina projeyên li ser vê budçeyê hat encamdan.
Biryarên li ser çareseriya avê ev in:
Terxankirina bûdçeyekê ya ji bo rewşên awarte
Vedana 138 bîrên nû
Pêşîlêgirtina zêdegaviyan a li ser av û elektirîkê
Dabînkirina elektirîka 24 demjimêrî ya ji bo tevahiya bîrên avê
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin