Lavrov: Ne tenê Amerîka, Brîtanya jî hemû xetên me yên sor dadibezîne!

Lavrov: Ne tenê Amerîka, Brîtanya jî hemû xetên me yên sor dadibezîne!

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, di serdana xwe ya Afrîkayê de bi Wezîrê Derve yê Afrîkaya Başûr Naledi Pandor re civiya û di civîna hevbeş a rojnamevanî de daxuyanî dan.

Lavrov got ku Amerîka fişarê li ser welatên Afrîka, Asya û Amerîkaya Latîn dike daku bi Rûsyayê re hevkariyê nekin û bi awayekî eşkere dibêjin, yên hevkariyê bikin wê poşman bibin.

Wezîrê Rûsî di berdewamê de diyar kir, “Bi awayekî eşkere dewletên xwedî dîroka hezar salî tehdît dikin. Ne tenê Amerîka herwiha Brîtanya jî gefê dixwe û hemû xetên me yên sor dadibezînin.”

Herwiha Lavrov got ku Rûsya bi Çîn û Afrîkaya Başûr re hevkariya leşkerî bipêş dixe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin