Li Amedê 'Komeleya Wêjekarên Kurd' hat avakirin

Li Amedê 'Komeleya Wêjekarên Kurd' hat avakirin

PeyamaKurd -  Li bajarê Amedê yê bakurê Kurdistanê 'Komeleya Wêjekarên Kurd' hat avakirin. 

Li gorî nûçeya MAyê, li Amedê bi armanca piştgiriya nivîskaran û pêşxistina wêje û ziman Komeleya Wêjekarên Kurd hat avakirin.

Walîtiya Amedê serlêdana komeleyê qebûl kir û hevserokê komeleyê jî Sultan Yaray û Hogir Berbir in. 

Nivîskarên Kurd piştî girtina Komeleya Nivîskarên Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd vekir. Li Ser xêrê be.... pic.twitter.com/rAAefhDVvh

— Hogir Berbir (@hogirberbir) January 20, 2020

Hevseroka komeleyê Sûltan Yaray, anî ziman ku piştî Komeleya Nivîskarên Kurd bi biryarnameya di hikmê qanûnê de (KHK) hat girtin, valahiyek çêbûye û ji ber vê komele ava kirine.

Yaray, da zanîn ku wê komele bi zaravayê Kurmancî, Kirmanckî û Soranî xebatên xwe bike û wê di çaçroveya xebatan de atolyeyan, şevbuhêrkan, panel, semîner û konferansan jî li dar bixin.

Her wiha Yaray, diyar kir ku armanceke komeleyê jî piştgiriya nivîskaran û danasîna berhemên wan e. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin