Hengawê bîlançoya kolberên hatine qetilkirin eskere kir

Hengawê bîlançoya kolberên hatine qetilkirin eskere kir

PeyamaKurd – Dezgeha Mafên Mirovan a li Rojhilatê Kurdistanê Hengaw ragihand ku li gor amarên payiza îsal li Rojhilatê Kurdistanê 22 kolber hatine kuştin.

Li Rojhilatê Kurdistanê ji kesên ku bazirganiya sînor dikin re Kolber tê gotin ku ji bo debara xwe bikin bi barên xwe derbasî sînorên Bakurê Kurdistanê dibin.

Li sînoran rastî êrîşên pasdarên Îranê tên ku heta niha bi sedan kolberên Kurd bi wî awayî hatine kuştin.

Li gor amarên Hengawê tenê di mehên payiza îsal de 22 kolber hatine kuştin û 53 ji wan birîndar bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin