PeyamaKurd- Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr û Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî li Bexdayê civiyan û tekezî li ser pêkanîna hikmeteke berfireh kirin ku li gor xwesteka gelê Iraqê be.
Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr doh Yekşemê pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Fetih, Hadî Amirî kir û herdu aliyan tekezî li ser pêkanîna hikumeteke berfireh li Iraqê kir.
Li gor daxuyaniya ofîsa Muqteda Sedr di civînê de pêşhateyên proseya siyasî û encamên hilbijartinên parlamentoya Iraqê hatin gutûbêjkirin.
Muqteda Sedr di hevdîtina bi Amirî re eşkere kir ku divê di pêkanîna hikûmeta nû de lez were kirin, daku bi gotina wî, ew bikaribin xizmetan pêkêşî gelê Iraqê bikin.
Lîsteyên ku Muqteda Sedr û Hadî Amirî serpereştiya wan dikirin, di hilbijartinên 12ê Gulanê yên Iraqê de piraniya dengan bi dest xistin û bûne lîstên yekem û duyem ên van hilbijartinan.
Lîsta Hevpeymaniya Saîrûn a Sedr bi 54 kursiyan bû yekemîn lîst û lîsta Hevpeymaniya Fetih a Hadî Amirî jî bi 47 kursiyan bûye duyemîn lîsta serkevtî ya hilbijartinên Iraqê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin