PeyamaKurd- Heyeta Kurdistanê ya di bin serokatiya Qubad Talabanî de, li Bexdayê bi heyeta wezareta darayî ya Bexdayê re tûra duyem civîna xwe kir. Di civînê de serokatiya heyeta Bexdayê wezîrê darayî Alî Allawî dikir. Pirsgirêkên navbera Kurdistanê û Bexdayê yên darayî hatin axaftin.
Di navbera her dû heyetan de li ser mijarên petrolê, enerjî, xercikkirina aqaran, mafên Kurdistanê yên darayî û mijara deriyên Kurdistanê hatin axaftin.
Heyeta Kurdistanê biryarê da ku civîn sibê berfirehtir dewam bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin