Serok Barzanî bi Balyozê Almanya yê li Iraqê Ole Diehl re civiya

Serok Barzanî bi Balyozê Almanya yê li Iraqê Ole Diehl re civiya

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî do li Pîrmamê, bi Balyozê Almanya yê li Iraqê Ole Diehl re civiya.

Li gor malpera fermî ya Barzanî diyar kiriye, di hevdîtinê de Balyozê Almanya yê li Iraqê ku bi helkefta dawîhatina erkên wî yên wekî Balyoz li Iraqê, serdana Serok Barzanî kiribû, pêgirîbûna welatê xwe li berdewamiya dostayetî û palpiştîkirina Herêma Kurdistanê dûpat kir û tekez li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê ji bo Almanya girîngiyeke xwe ya taybetî heye. Eve jî xisterû ku Herêma Kurdistanê ew beşa mînakî ya Iraqe ku herdem wekî penagehek ji bo lêqewimiyên beşên dinên Iraqê bûye.

Herwiha di vê hevdîtinê de Serok Barzanî spasî gel û Hikûmeta Almanyayê kir ku li rojên teng da û di dema şerê DAIŞê da yarmetîderê gelê Kurdistanê û Pêşmerge bûne û tekez jî li ser bihêzkirina peywendî û dostayetiya di navbera Herêma Kurdistan û Almanyayê kir.

Serok Barzanî di civînê de piştevaniya xwe ji bo kar û çalakiyên balyozxane û şandên dîplomasî û herwiha çalakiyên medenî dûpat kir û ragihand, gelê Kurdistanê bi navê gihîştina bi azadiyê xwîn û qurbanî dane.

Pêwendiyên Hewlêr û Bexda û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê mijareke din ê vê civînê bûn û Balyozê Almanya daxwaza welatê xwe nîşan da ku li çarçêweya rêxistina Neteweyên Yekgirtî û Yekîtiya Ewropa li proseya hilbijartinan da yarmetîderê Iraqiyan bin.

Hêjayî gotinê ye, di vê civînê de Balyozê Giştî yê Almanya li bajarê Hewlêrê Klemens Semtner jî amade bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin